Austin: ‘Pêseroja pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Kurdistanê ges e’

19 May 2022 17:59 0 dîtin
Austin: ‘Pêseroja pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Kurdistanê ges e’

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Berpirsê Beşa Aborî û Bazirganî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Chris Austin, pêşerojeke geş a pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê heye.

Chris Austin ji K24ê re daye xuyakirin ku civîneke girîng bi şanda bajarê Hewlêrê re kiriye û civînên wiha dê encamên wê yên baş ji her du aliyan re çêbibin.

Chris Austin gotiye: “Bi baweriya min, pêşerojeke geş wê ji bo pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê hebe. Çend sal in Encûmena Bazirganiyê ya Amerîka û Herêma Kurdistanê heye ku çendîn car in serdana Kurdistanê kiriye, bi armanca dîtina derfetên veberhênanê ji kompanyayên Amerîkî re.”

Berpirsê Beşa Aborî û Bazirganî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn, di serdana dawî de, nûnerên 30 kompaniyayan di nava şandê de hebûn û vê yekê jî hişt ku pêwendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê û Amerîka xurtir bibin.