Polonyayê, Almanya bi destwerdana karê xwe tawanbar kir
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Zbigniew Rau, rayedarên Almanyayê bi destwerdana karê Polonyayê yê navxweyî tawanbar kir.
Zbigniew Rau, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bersiv da gotinên Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ku gotibû ‘Divê rêveberiya Varşovayê îdiayên neqanûnî yên dayîna wîzeyê li konsolosxaneyên xwe yên li Asya û Afrîkayê zelal bike.’
Rau di nivîsa xwe de Almanya rexne kir û diyar kir ku daxuyaniya Scholz "prensîba wekheviya serweriya dewletan" binpê dike û bi vî awayî berdewam kir:
"Eşkere ye ku rayeya Serokwezîra Alman, bi pêvajoyên li Polonyayê berdewam in ve ne girêdayî ye. Daxuyaniyên bi vî rengî, hewildana destwerdana li karên navxweyî yên Polonyayê û kampanyaya hilbijartinê ya li welêt dewam dike, nîşan dide."
Rau destnîşan kir ku divê Almanya ji bo têkiliyên baş, rêzê li serweriya Polonyayê bigire û wiha got, "Ez Serokwezîrê Almanyayê vedixwînim ku ji daxuyaniyên ku zirarê dide têkiliyên me yên dualî dûr bisekinin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin