Pompeo bi awayekî surprîz serdana Bexdayê kir

08 May 2019 09:58 0 dîtin
Pompeo bi awayekî surprîz serdana Bexdayê kir

PeyamaKurd - Wezîre Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana Iraqê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî nûçeyên medyaya Iraqê Wezîre Derve yê Amerîkayê Pompeo bi awayekî surprîz serdana Iraqê kir û bi Serokwezîrê Iraqê  Adil Evdilmehdî re hevdîtinek pêk anî.

Pompeo li Iraqê ye

Di hevdîtinê de mijara mueyîdeyên Amerîkayê li dijî Iranê hatin gotûbêjkirin. Herweha di wê hevdîtinê de hat diyarkirin ku dê ji van mueyîdeyan  muaf were girtin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Ali el-Hekim, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî piştrast kir ku Pompeo serdana Iraqê kiriye.

Serokwezîrtiya Iraqê derbarê mijarê de hêj daxuyaniyek nedaye.