Pompeo: Rejîma Esad di meha Gulanê de çekên kîmyewî bikaranîn
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkâyê Mike Pompeo diyar kir ku hêzên hikûmeta Sûriyê di meha Gulanê de li Îdlibê çekên kîmyewî karanîye.
Mike Pompeo roja Pencşemê li New Yorkê bi di civîneke rojnamevaniyê da zanîn ku rejîma Esad li Sûriyê tawanên cengê kirine.
Wî diyar kir ku li gor daneyên di destê Amerîkayê de rejîma Esad di 19ê Gulanê de çekên kîmyewî bikaranîne.
Rêvebiriya Trump ji ber karanîna çekên kîmyewî di Nîsana 2017 û Nîsana 2018an de dijî Sûriyê êrîşa esmanî li dar xistibû.
Fransa û Brîtanya jî di Nîsana 2018an de dijî navendên hêzên hikûmeta Sûriyê operasyona esmanî li dar xistibûn.
Hêzên hikûmeta Sûriyê, îsal di dawiya Nîsanê de dijî serhildayên li Îdlibê dest bi operasyoneke nû kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin