Pompeo serdana Rûsyayê dike û bi Pûtîn û Lavrov re dicive
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo vê heftê bi Serokê Dewleta Rûsya Vladimîr Pûtîn û Wezîrê Derve yê Rûsya yêSergey Lavrov re dicive û di nav de Venezuela, Îran û destêwerdana Rûsyayê di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an de û çendîn mijarên din tên gotubêjkirin.
Pompeo, wek mezinê dîplomatên Amerîkî îro Yekşemê (1305.2019) bo cara pêşîn serdana Moskowayê dike. Rayedarên mezin ên Amerîka wek Pompeo û cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence, Rûsya tawanbar dikin ku ew li dijî serkirdeyê muxalefeta Venezuelî Juan Guaido yê ku bi awakî demokratîk hatibû hilbijartin kar dike.
Rûsya piştgiriya serokê sosyalîst ê Venezuela Nicolas Maduro dike. Amerîka Rûsyayê tawanbar dike ku ew hewil dide cihekî ji şûna lingê xwe re li aliyê rojavayê dinyayê çê bike.
Roja Sêşemê jî Pompeo diçe Soçî ji bo axaftinên li gel Putin û Lavrov.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin