Putin: Divê siyana nukleerî ya NATOyê, li ber çavan bê girtin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, ji televîzyona dewletê re axivî û bal kişand ser hegera bikaranîna çekên nukleerî yên NATOyê.
Piştî salvegera yekemîn a şerê navbera Rusya û Ukraynayê, ji aliyê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ve daxuyaniyek hat dayîn.
Putin di axaftina xwe de bal kişand ser hêza nukleerî ya NATOyê û got, "Rusya neçar e ku şiyana nukleerî ya NATOyê bihesibîne ku armanc dike ku Rusyayê di bin serokatiya Amerîkayê de têk bibe.
Serokê Dewleta Rusyayê îdia kir ku armanca welatên rojava tunekirina Rusyayê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Rojava ji bo kontrolkirina Rusyayê dixwaze parçe bibe. Ev welat hevkarên ne rasterast ên tawanên li Ukraynayê ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin