Pûtîn: DYA li Rojhilata Navîn bi awayekî aktîf û gelekî êrîskar tevdigere
PeyamaKurd – Pûtîn li Rûsyayê beşdarî foruma veberhênana navneteweyî ya bankekê bû û li wir daxuyaniyên girîng da.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de got ku Rojava hewl da bi hedefgirtina Rûsyayê di warê aborî de zirarê bide aboriya Rûsyayê lê bi ser neketin.
Pûtîn diyar kir ku siyasetmedarên rojavayî zextê li welatên ku bi Rûsyayê re hevkariyê dikin, dikin û wan bi cezayan tehdîd dikin û got, "Cîhan diguhere û her tişt wek tê xwestin pêk nayê. Ew (siyasetmedarên rojavayî) bi kiryarên xwe lezê didin pêkhatina nîzama cîhanê ya pirpolar."
Pûtîn di nirxandina daxuyaniya Donald Trumpê ku wek Serokê 47emîn ê DYAyê hat hilbijartin ku gotibû, “Welatên BRICSê heke pereyê nû ava bikin û hewl bidin ku ji dolar dûr bikevin wê ji sedî 100 baca gumrukê bidin.” diyar kir ku dinya guheriye.
Wî herwiha got, "Trump 4 sal in ne li Qesra Spî bû. Di vê heyamê de di cîhanê û aboriya Amerîkayê de guhertin çêbûn. Dijberên siyasî yên Trump gelek tişt kirin ku bingehên dolar ku rezerva cîhanê ye têk bibin."
Pûtîn, kiryarên DYAyê yên li Rojhilata Navîn nirxand û got, "DYA li herêma Rojhilata Navîn bi awayekî aktîf û gelekî êrîşkar tevdigere. Ev yek dibe sedema bertekên hêzên berxwedêr ên li herêmê. Rêyên aborî û lojîstîk zerar dîtine. Gelek wesayîtan dest bi şandina keştiyên xwe li derdora Afrîkayê kirin."
Pûtîn, hêviya xwe ya başkirina têkiliyên bi welatên rojavayî re parve kir û diyar kir ku ev pêvajo pêvajoyeke neçar e.
"Projeyên me yên mezin bi Îranê re hene"
Pûtîn derbarê têkiliyên navbera Rûsya û Îranê de jî diyar kir ku têkiliyên dualî bi awayekî domdar û bi ewle pêşde diçin û wiha got: "Ez bawer im ku di dawiya vê salê de qebareya bazirganiya dualî dê zêde bibe. Di warên lojîstîk, enerjî, pîşesazî û ewlehiyê de projeyên me yên mezin hene."
Vladîmîr Pûtîn agahî parve kir ku ew ê di demeke nêz de bi Îranê re peymana hevkariya berfireh îmze bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin