Pûtîn: Wê li Rojhilata Navîn alozî kûrtir bibe...

03 January 2020 21:58 0 dîtin
Pûtîn: Wê li Rojhilata Navîn alozî kûrtir bibe...

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser kuştina Qasim Sulêymanî  daxuyaniyek belav kir û tê de got, wê metirsiya aloziyan li Rojhilata Navîn zêde bike.

Putin got: “Kuştina generalê Îranî metirsiya kûrbuna aloziyên li Rojhilata Navîn zêdetir dike."

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî îro piştî ragihandina kuştina Silêmanî dabû xuyakirin, “Kuştina Silêmanî, pêngaveke serkêşane bûye û dibe sedema zêdebûna ragêşiyan li seranserê navçeyê.”