Pûtîn fermana sandina çekdarên Rojhilata Navîn bo Ûkraynayê da!

11 March 2022 15:56 0 dîtin
Pûtîn fermana sandina çekdarên Rojhilata Navîn bo Ûkraynayê da!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, di civîna Konseya Ewlekariyê de beşdarî kir û li ser şerê Ûkraynayê welatên Rojava bi şandina çekan tawanbar kir.

Pûtîn herwiha got ku welatên Rojava çekdarên kirêkirî dişînin Ûkraynayê û ferman da ku çekdarên ji Rojhilata Navîn bigihîne nav axa Ûkraynayê û bi artêşa Ûkraynayê re bide şerkirin.

Herwiha Pûtîn di civînê de ferman daye ku çek ji bo her du komarên Donetsk û Luhansk ên herêma Donbasê werin veguhestin.

Pûtîn daxwaz ji Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu jî kir ku li ser bihêzkirina sînorên rojava yên Rûsyayê raporekê amade bikin.

Serokê Rûsyayê di axaftina xwe de gotiye, ew dê kesên xwebexş bo şerê Ûkraynayê jî qebûl bikin.