Putin: Em ê gelê Rusyayê, ji vê xetereyê biparêzin

22 February 2023 14:31 0 dîtin
Putin: Em ê gelê Rusyayê, ji vê xetereyê biparêzin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di axaftina xwe ya li Meclisa Federal de got ku "Rojava wekî ku guh nade pirtûkên pîroz, hewil dide zayenda sêyemîn ava bike. Em ê gelê Rus ên birûmet, heta dawiyê ji vê xetereyê biparêzin."

Vladimir Putin, di axaftina xwe ya li Meclisa Federal a ku bi qasî 2 saetan dewam kir û rayedarên payebilind û endamên meclis û kabîneyê jî amade bûn de mijarên di rojevê de nirxand.

Putin bertek nîşanî geşedanên li welatên rojavayî yên li ser nirxên kevneşopî yên malbatê da û wiha got: 

"Binihêrin bê ka bi gelê xwe re çi dikin. Malbat, nasnameya çandî û netewebûnê tune dikin. Destdirêjiya zarokan, di jiyana wan de dibe norm û kahîn neçar in ku zewacên hevzayendan pîroz bikin. Rojava wekî ku guh nade pirtûkên pîroz, hewil dide zayenda sêyemîn ava bike.

Em ê gelê Rus ên birûmet, heta dawiyê ji vê xetereyê biparêzin. Lê li nivîsarên olên cîhanê binihêrin. Ew li ser her tiştî dinivîsin, tevî ku malbat yekîtiya mêr û jinê ye, lê heta niha ev nivîsarên pîroz hene.”