Pûtîn: Pêwendiyên Çîn-Rûsya gihîstine asta herî bilind a bêmînak!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihand ku pêwendiyên navbera Rûsya û Çînê gihîştine asta herî bilind a bêmînak,
Pûtîn di civîna dîyaloga ligel "Partiya Yekbûyî ya Rûsya û Partiya Komunîst a Çînê” de, axivî û got: “Pêwendiyên berfireh û stratejîk ên ligel Çînê gihîştine asta herî bilind û bêmînak, Di warên aborî, gihandin, enerjî û alîkariyên mirovî de projeyên mezin têne bicihkirin.”
Serokê Çînê Şî Cinping jî bersiva daxuyaniyên Pûtîn da û got, ew amade ne ji bo îstiqrara zêdetir û enerjîya pozîtîf hevkariyê bi Rûsyayê re bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin