Starmer, li ser Rûsyayê got: “Em dikevin asta operasyonel”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer, piştî zîrwa Ûkraynayê daxwuyanî da û got ku welatên Ewrûpayê li ser ketina asta operasyonel de li hev kirine. Starmer got ku wê di vê heftê de li Îngîltere bicivin û planê xwe amade bikin. Starmer got:
“Dev ji gotinên vala û şertan berdin. Peyama min zelal e. Zû an dereng wê Putin mecbûr bimîne û li ser masê rûnê.”
Di zîrwa Ûkrayna de, 26 welat li ser video-konferansê tevlî zîrwê bûn. Di zîrwê de, li ser ewlehiya Ûkraynayê û givaşên zêdetir ji bo deynin ser Rûsyayê axifîn. Piştî zîrwê, serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer got ku bêguman Ûkrayna terefdarê aştiyêye û serokê Rûsyayê Putin, agirbesê paş dixîne. Starmer weha dewam kir:
“Zîrwe desteka YEyê, Kanada, Avustralya, Zelanda nû û Japonya di nav de ya gelek welatan sitend. Divê desteka welatan dewam bike. Me li hev kir ku zorê bidin ser Rûsyayê, desteka leşkerî bo Ûkraynayê dewam bikin, makîna şer ya Putin qels bikin, bikin ku Rûsya li ser masê rûnê û em ê givaşên tund deynin ser Rûsyayê.”
Starmer got ku ji bo ber bi peymanê de herin, wê xebatên xwe yên tevgerî bilezînin û weha dewam kir:
“Wê leşkerên me vê heftê roja Pênşemê li Îngîltere werin cem hev, ji bo li pey peymana aştiyê bisekinin, ewlehiya Ûkraynayê bixin garantiyê, wê planekî xwurt û saxlem amade bikin. Serok Trump, rêya ku diçe aştiyê pêşniyar kir. Niha divê em wê bicîh bikin an ku bixin pratîkê.”
Starmer got ku ji bo Putin rûnê ser masê, desteka DYAyê tekane alternatîve. Hêza Washingtonê rewtê NATO ye, divê ev tev, bi DYA rê bênkirin û ew her roj bi DYA re diaxifin. Divê zora herî zêde bidin Rûsyayê, şiyanên Ûkraynayê yên leşkerî çawa zêde bikin li ser rêyên wê jî axifîne.
Di zîrwê de behsa girîngiya ewlehiya Ûkraynayê ku di heman wextê de ya Ewrûpaye jî, li ser Rûsya bersiva agirbesê zelal nade, axifîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin