Pûtîn peymana bi Îngilîstanê re hatibû îmzekirin betal kir

12 March 2024 08:27 0 dîtin
Pûtîn peymana bi Îngilîstanê re hatibû îmzekirin betal kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn peymana masîgirtinê ya ku di sala 1956an de bi Îngilîstanê re hatibû îmzekirin betal kir.

Bi qerarnameya ku Pûtîn îmze kir, girtina masiyan li masîgirên Îngilîz li peravên Deryaya Barents a Rûsyayê hat qedexekirin.

Di çarçoveya peymana ku di navbera Îngilîstan û Yekîtiya Sovyetê de di sala 1956an de hat îmzekirin, keştiyên masîgir ên Brîtanî dikarin li hin herêmên Deryaya Barents masiyan bigirin.

Peyman, piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di navbera Rûsya û Îngilîstanê de berdewam kir.