Putin pistî fermîbûna seroktiya wî Joe Biden pîroz kir

15 December 2020 18:16 0 dîtin
Putin pistî fermîbûna seroktiya wî Joe Biden pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn, tevî ku gelek serokên dewletan serkeftina Joe Biden a hilbijartinên seroktiya Amerîkayê pîroz kiribûn heta niha ew pîroz nekiribû.

Pûtîn piştî ku şeva borî Desteya Hilbijêran a Amerîkayê seroktiya Joe Biden pesend kir, telgrafeke pîrozkirinê ji bo Joe Biden şand û erka wî ya nû lê pîroz kir. Pûtîn di peyama pîrozkirinê de, herwiha hêviya destpêkirina pêwendiyên ligel Joe Biden anî ziman.

Pûtîn berî niha gotibû, ew dê li benda fermîbûna encamên hilbijartinên Amerîkayê bimîne.