Pûtîn: Tistekî bi navê Wagner tune
PeyamaKurd – Pûtîn diyar kir, wî şans daye endamên koma çekdar a Wagner ku di artêşa Rûsyayê ya nîzamî de wezîfeyê bidomînin û got, ji bo saziyên leşkerî yên taybet qanûneke taybet nîne.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di hevpeyvînekê ligel rojnameya Kommersant a Rûsî, di civîna ku piştî serhildana kurt a hêzên Wagner ku meha borî li dijî serkirdayetiya payebilind a artêşa Rûsyayê destpê kiribû, pêk hat. Hat ragihandin ku wî "çend vebijarkên kar" pêşkêşî fermandarên Wagner û damezrînerê komê Yevgeny Prigojin kir.
Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku piştî hewldana serhildanê şansê Koma Wagner nemaye ku bidome û Pûtîn destnîşan kir, rêxistin di warê hiqûqî de nemaye û got, "Tiştekî bi navê Wagner tune. Tu qanûnek li ser saziyên leşkerî yên taybet tune."
Serhildan bi dawî bû dema ku Rûsyayê derfet da endamên Prigojin û Wagner ku li cîranê Belarusê bi cih bibin.
Pûtîn da zanîn, nîqaşa li ser çarçoveya yasayî ya komên leşkerî yên taybet di destê parlamento û hikûmeta Rûsyayê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin