Pêngava Pûtîn a entegrekirina Wagner di nava artêsê de

30 September 2023 13:58 0 dîtin
Pêngava Pûtîn a entegrekirina Wagner di nava artêsê de

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Pûtîn ji fermandarê berê yê Koma Wagner Troshev xwest ku yekîneyeke dilxwazan ava bike ku li Ukraynayê xizmetê bike.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, yek ji fermandarên berê yên koma çeteyên Wagner Andrey Troshev erkdar kir, yekîneyeke nû ava bike da ku li Ukraynayê şer bike. Di daxuyaniya ku ji teref Qesra Kremlînê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Pûtîn bi Troşev re hevdîtinek pêk anîye û jê xwestîye ku "yekîneyeke dilxwaz a ku di serî de li herêma operasyona leşkerî ya taybet karibe karên cuda bimeşîne" ava bike.

Li gorî çavdêrên siyasî, civîna Pûtîn-Troshev ku Cîgirê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov jî tê de beşdar bû, di çarçoveya armanca Moskowê de ye ku Koma Wagner di nava artêşa Rûsyayê de pêk bîne. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di daxuyaniya xwe ya derbarê hevdîtinê de diyar kir, Troşev êdî wê di bin banê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de bixebite. Vladîmîr Pûtîn jî got, Troşev xwedî tecrubeya ku erka ku jê re hatiye dayîn bi cih bîne.

Andrey Troşevê ku bi pileya albay ji artêşa Rûsyayê xanenişîn bû û di nav kadroyên damezrîner ên Koma Wagner de cih girt, ji ber xebatên xwe yên bi Wagner re li Sûriyeyê di lîsteya cezayên Yekîtiya Ewropayê (YE) de cih girt. Yevgeni Prigozhin, damezrîner û rêberê Koma Wagner, di 23ê Tebaxê de dema ku balafira taybet ku ew tê de bû, mir.

Du meh beriya vê bûyerê, Prigojin bi şervanên di bin fermandariya xwe de çû Moskowê û li dijî rêveberiya artêşa Rûsyayê serhildanek destpê kir, lê piştî rojekê dawî li serhildanê anî. Di peymana ku bi Kremlînê re hat kirin de, Prigozhin û şervanên di bin fermandariya wî de bijardeya çûyîna Belarusê hate dayîn û hate piştrastkirin ku ew ê neyên cezakirin.