Pûtîn bijarde dan servanên Wagner!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji gel re axivî.
Pûtîn ji şervanên Wagner re pêşniyar kir ku bi Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re peymanek îmze bikin, vegerin welatê xwe an biçin Belarusê.
Sernivîsên axaftina Putin wiha ne:
"Ez spasiya hemwelatiyên Rûsyayê dikim ji bo hêz, yekîtî û welatparêziya wan.
Spas ji gelê Rûsyayê re ji bo piştevaniya wan, vê yekê nîşan da ku her kiryarek ku bibe sedema aloziyên sivîl li Rûsyayê mehkûmê têkçûnê ye.
Rewşê nîşan da ku her cure şantaj û fitne mehkûmî têkçûnê ye.
Diviyabû serhildana çekdarî bi her awayî bihata tepisandin.
Welatiyên Rûsyayê yekitiya xwe nîşan dan, paşeroja welat her kes kir yek.
Organîzatorên serhildanê, piştî xiyanetê, îxanet li derdora xwe jî kirin.
Serhildêran xwestin ku leşker hev bikujin. Kîev jî li hêviya encameke wiha bû.
Wêrekiya pîlotên leheng ên ku canê xwe feda kirin, li hemberî encamên giran parastin.
Piraniya şervanên Wagner welatparêz in, ew bi nezanî hatine bikaranîn
Bi fermana min a rasterast ji bo pêşîgirtina xwînê biryar hatin girtin.
Ez spasiya leşkerên Wagner dikim ku di rêza dawî de rawestiyan û nehiştin xwîn birije.
Îro careke din ez bang li hemû welatiyên Rûsyayê dikim. Spas ji bo dilsozî, hevgirtin û welatparêziya we. Vê hevgirtina medenî nîşan da ku her cure şantaj û hewldanên ji bo aloziyên navxweyî mehkûmî têkçûnê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin