Wagner berê xwe dide Afrîkayê û servanên nû nastîne!

31 July 2023 19:56 0 dîtin
Wagner berê xwe dide Afrîkayê û servanên nû nastîne!

PeyamaKurd – Damezrînerê Koma Wagner a Rûsî ku ji leşkerên kirêkirî pêk tê, Yevgeniy Prigojin ragihand ku wan wergirtina leşkerên nû bidawî aniye û ew ji niha jî şûn de li Afrîkayê xwe bihêz dikin.

Yevgeniy Prigojin, di peyameke li ser kanala Telegramê de gotiye: “Em erkên xwe hemûyan ku zelal bûne ji nû ve pênase dikin. Bêguman dê ev peywirên nû ji bo mezinahiya Rûsyayê werin pêkanîn.”

Prigojin diyar kir ku ew niha kesên nû wernagirin, lê ger pêwîst bike jî ew dê şervanên nû bistînin di çarçoveya bihêzkirina xwe bo parastina berjewendiyên Rûsyayê.

Herwiha Prigojin daye zanîn ku dê Wagner zêdetir berê xwe bide Afrîkayê û li wir xwe bihêz bike.

Hêjayî gotinê ye, piştî îsyana Wagnerê ya li dijî Moskowê hatibû ragihandin ku dê Wagner û Prigojin li Belarûsê bicih bibin, lê derketibû holê ku Prigojin ne li Belarûsê ye.