Wagner li welatê Malî ya Afrîkayê xwuya kirin
PeyamaKurd – Leşkerên Wagnerê li welatê Afrîkayê ketin ser dîmenan. Hat ragihandin ku Wagner ji sala 2021an de, li welatê Maliyê xebatên xwe dewam dikin. Leşkerên Wagnerê li bajarê Kidal a Maliyê bi leşkerên artêşa Maliyê re hatin dîtin.
Dîmenên Wagnerê di ser hesabên Xê de ku ji terefê kesên hemwelatiyên Maliyê de hatin weşandin, hatin dîtin. Li gor dîmen û vîdeoyên xelkê deverê kişandine; rûyê kesên Wagnerê bi maske hatine girtin, cilên kamûflajê li xwe kirine û li dora alavên leşkerên Maliyê tên dîtin.
Hukumeta Maliyê heya niha hebûna endamên Wagnerê li ser axa Maliyê înkar dikir. Bajarê Kidalê heya 10 sal berê baregeha berxwedêrên Tuaregê bû.
Artêşa Maliyê duhî ragihand ku kontrola bajêr ketiye destê artêşê. Ev jî tê vateya ku bi desteka Wagnerê bajêr xistine destê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin