Sûriyê li ser pêvajoya normalîzebûna têkiliyên bi Tirkiyê re daxwuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Sûriyê li ser pêvajoya normalîzebûna têkiliyên bi Tirkiyê re daxwuyanî da. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bo têkiliyên navbera her dû dewletan normal bibin, divê dagerin ser bingeha ewlehî, emniyet û asayîşa berya sala 2011an. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Komara Ereb ya Sûriyê, ji ber têkiliyên Sûriyê-Tirkiyê normal bikin, sipasiya welatên dost, bira dikin û wan bi qedir dinirxîne. Ji bo têkiliyên navbera her dû welatan normal bibe, divê her tişt here ser bingeha berya sala 2011an ya ewlehî û îstîqrara wê wextê.”
Li gor ajansa Sûriyê ya SANAyê daxwuyanî wehaye:
“Komara Sûriyê ya Ereb her wext li aliyekî gel û li aliyê dinê siyaseta hukumetên zerarê didin Sûriyê de, tam bi zelalî dikare ferqê bixê û ev jî bi bûyeran hatiye îsbat kirin. Sûriye dizane her wext berjewendiya dewaletan ne di pevçûnan de lê di têkiliyên wan yên bi saxlem de ye. Ji ber wê hewlên ji bo normalkirina têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê bi erênî me xwe nêz kiriyê.
Divê têkilî li ser qaîdeyan be. Li ser bingeha hukumraniyê, serxwebûn û yekîtiya axê be û li dijî her hewlên ku îstîqrar û ewlehiyê tehdîd dikin,be. Sûriye ji bo her hewla normalîzebûnê û ya girîng ew hêzên ku bi awayekî ne qanûnî li ser axa Sûriyê ne vekişin, ew hêzên terorîst ne tenê Sûriyê lê ewlehiya Tirkiyê jî tehdîd dikin. Divê lihevhatin li ser bingeha têkoşîna bi wan hêzan re, bê avakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin