Qamislo | Çekdarekî rejîmê hat kustin, 4 jî birîndar bûn

24 January 2021 13:36 0 dîtin
Qamislo | Çekdarekî rejîmê hat kustin, 4 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di pevçûn û aloziya şevê din a li Qamişlo ku di navbera Hêzên asayîşa Rojava û çekdarên ‘Dîfa Wetanî’ de rû dabû, çekdarekî bi ser hikûmeta Sûriyê hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Şevê din li demjimêr 18:30 li taxa Hilko ya Qamişlo, di navbera Hêzên Asayîşa Rojava û çekdarên “Dîfa Wetanî” yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de, şer û pevçûn derket.

Li gorî zanyariyên herî dawî çekdarek ji Dîfa Wetenî hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Herwiha hat zanîn ku çekdarên bi ser rejîma Sûriyê ve moşek li mala sivîlekî li taxa Hilko xistine û zirarên madî çêbûne.

Hêjayî gotinê ye, aloziya navbera asayişa Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo, zêdetirî du hefteyan e berdewam e ku piştî binçavkirina çend kesên ji asayişê alozî zêdetir bûbû.

Berî niha jî herdu aliyan teqe li hev kiribûn û birîndarên wan çêbûbûn.