Qamislo | Milîsên çekdar ên rejîma sûrî dest danîn ser 2 dibistanan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên girêdayî rêjîma Sûriyê danîne ser du dibistanan û hewl didin wan dibistanan bikin baregehên leşkerî.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûrîyê (SOHR) ragihand, li taxa Zinod a Qamişlo, hêzên bi ser rêjîma Sûriyê ve xwendekar û mamoste ji her du dibistanên Mihemed Ebid Xelef û Ehmed El-Hesen derxistin û dest danîn ser wan dibistanan.
SOHRê eşkere kir, ew hêza bi ser rêjîma Sûriyê ve, dixwaze wan her du dibistanan bike baregehên leşkerî û xelkê wê taxê ji vê hêzê dilgiran in û ji Rêveberiya Xweser daxwaz dikin, vê pirsgirêkê çareser bikin, bi taybet ku werzê perwerdeyê nû dest pê dike.
Hêjayî gotinê ye, li hin taxên bajarê Qamişlo, bi taybet li taxên ku piraniya niştecihên wan Erebî in, baregehên çekdarên rêjîma Sûriyê hene û car caran şer û alozî di navbera wan û hêzên Rêveberiya Xweser ve derdikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin