Qatar daxwaza ragihandina agirbestê ji Îsarîlê kir

19 November 2023 20:36 0 dîtin
Qatar daxwaza ragihandina agirbestê ji Îsarîlê kir

PeyamaKurd - Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Şeyh Muhammed bin Abdûrrahman Al Sanî, bang û daxwaz li Îsraîlê kir ku êrişên xwe yên li Xezzeyê rawestînê û korîdora alîkariyên mirovî veke. 

Al Sanî, bi Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîtiqayên Ewlehiyê yê Yekîtîya Ewrûpayê Josep Borell re li paytexetê Qatarê civîna çapameniyê lidarxist. 

Serokwezîrê Qatarê daxuyand ku bi Borell re li ser rawestandina şer û agirbesta li Xezzeyê û dîlgirtiyên Îsraîlî nirxandin kirine û ji raya giştî ya navneteweyî jî daxwaz kir ku ji bo dorpêça li ser Xezzeyê helwest nîşan bidin. 

Şeyh Muhammed bin Abdûrrahman Al Sanî, balê kişand ku meh û nîv e ku dorpêç û êrişên Îsraîlê li Xezzeyê berdewam dike û li wê derê êş û birînên mirovî, ehlaqî û hiqûqî her diçe kûr dibe. Daxwaz û bang li Îsraîlê kir ku agirbest ragihine û dorpêçê ra bike da ku alîkariyên mirovî bikarin biçin nav Xezzeyê.