Qedexe danîn ser belavkirina axaftinên Îmran Xan

05 November 2022 22:20 0 dîtin
Qedexe danîn ser belavkirina axaftinên Îmran Xan

PeyamaKurd – Li Pakistanê piştî xwestin serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan bikujin û birîndar bû, rêxistina birêkirina elektronîk ya medya (PEMRA) ya Pakistanê bi sedema ku ‘îftîra li dezgeyên dewletê kiriye ku dezge tiştên weka sûîkastê dike’ , belav dike, axaftinên Îmran Xan yên belavkirina di rêya televîzyonan de qedexe kir.

PEMRA daxwuyanî da û got ku temamê axaftinên Xan, civînên çapemeniyê, belavkirina wan di temamê kanalên TV yên satalaytê de hatine qedexikirin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Xan, îftîra li dezgeyên dewletê dike ku goya jê re plana kuştinê danîne, gotinên weha wê nîzama raya giştî xerab bike û di nav xelkê de nefretê belav bike.

Li gor PEMRA yê: gotinên Îmran Xan gelek qanûnan binpê kirine û tv yên ku biryarê bicîh neynin, wê karibin dest deynin ser lîsansa wan.