Qedexeya çûnûhatina otomobîl û peyayan heta ragihandineke din îsev bidawî dibe
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku qedexeya çûnûhatina otomobîl û peyayan a bi temamî heta îşev saet 00.00 berdewam dibe.
Wezareta Navxwe da zanîn ku heya belavkirina ragihandineke nû, qedexeya çûnûhatinê bi vê şêweya niha dê berdewam be.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Duşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku di kombûna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê de, biryara qedexeya çûnûhatina bi temamî heta îşev saet 00.00 hat dirêjkirin.
Daxuyaniya Wezareta Navxwe wiha ye:
Gelek supasîya hevwelatîyan dikîn ji bo pabendbûna wan bi rênimayîyên hikumeta Herêma Kurdistanê bo berengarbûna derde Koronayê.
Wezareta navxwe, niha mijûlî gengeşkirina pêşnîyazên rêzdar parêzgar û seperiştyarên îdareyên serbixwe ye û bi van nêzîkan, daxuyanîyek nû ya wezaretê dê derkeve bo destnîşankirina rêkarên nû.
Heya ragehandina daxuyanîya nû, qedexeya hatinûçûnê bi vê şêwe ya niha berdewam dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin