Qedexeya çûnûhatina bajaran heta 1ê Tîrmehê hat dirêjkirin

16 June 2020 11:37 0 dîtin
Qedexeya çûnûhatina bajaran heta 1ê Tîrmehê hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de qedexeya çûnûhatinê ya navbera bajaran heta 1ê Tîrmehê hat dirêjkirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ragihand, qedexeya çûnûhatinê ya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de, ku ji ber vîrusa Koronayê hatibû ragihandin û şeva 15ê Hezîranê bidawî dibû, heta 1 Tîrmehê hat dirêjkirin.

Wezareta Havxwe daxwaz ji welatiyan kir, li gorî şîretên tenduristiyê tevbigerin.

Herwiha hat diyarkirin ku ajokarên wesayîtên veguhestina giştî yên ku bê mask û lepikan kar bikin jî wê bi 50 hezar dînar bên cezakirin.