Qedexeya derketina derve ya li 31 bajarên Bakur û Tirkiyê car din destpê kir
PeyamaKurd - Di çarçoveya têkoşîna dijî koronaya nifşê nû (Covid-19) de li 30 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya derketina derve ya ku dê heta 4ê gulanê saet 00.00ê bidome destpê kir.
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê rewşên îstisna ne tê de, li 30 bajarên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derketina hemî welatiyan bo derve hat qedexekirin.
Bajarên ku qedexe lê hatiye ragihandin ev in: Adana, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Amed, Erzurum, Eskişehir, Dîloj, Hatay, Stenbol, Îzmir, Mereş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekirdag, Trabzon û Wan
Îro 1 gulanê roja înê ku di nava wan rojên astengkirî de ye, dê market û mêwefiroş ji saet 09.00ê sibehê heta 14.00ê vekirî bin. Welatî (ji bilî yên 65 salî û mezintir digel yên 20 salî û biçûktir) bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên xwe yên zarûrî bêyî bikaranîna wesayitan (ji bilî kêmendaman) dikarin biçin market û mêwefiroşên nêzîkî îqametgaha xwe.
Di heman saetên navborî de market dikarin siparişan teslîmî navnîşanan bikin.
Di 2 û 3ê gulanê rojên şemî û yekşemê de wê market û mêwefiroş bi tevahî girtî bin. Di rojên ku qedexeya derketina derve hebe firin û firoşgahên hevîremeniyê her wiha şêranîfiroş dê vekiribîn, û servîsê bo malan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin