Li 24 bajarên Bakur û Tirkiyê qedexey derketina derve destpê kir
PeyamaKurd - Qedexeya derketina derve ya li 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê car din dest pê kir.
Ji bo rêlibergirtina li belavbûna vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) Hikûmeta Tirkiyeyê di rojên dawiya hefteyê de qedexeya derketina derve radigihîne.
Di vê çarçoveyê de li 24 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê qedexeya derketine derve destpê kir û dê heta du rojan berdewam dibe.
Di nava bajarên qedexekirî de 6 bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Dîlok, Mereş, Mêrdîn, Riha û Wan jî heye. Di dema qedexeyê de firne dê vekirî bin.
Ev di demekê de ye ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha bi giştî 3 hezar 689 kesan bi koronayê jiyana xwe ji dest dane û 135 hezar 569 kes jî bi vîrusa koronayê ketine û herwiha 86 hezar 396 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin