Qedexeya li ser 31 deverên Dêrsimê destpêkir
PeyamaKurd- Parêzgeha Dêrsimê bo 2 hefteyan qedexeya derketin û ketina 31 deverên herêma Dêrsimê qedexe kir. 31 dever weka “deverên taybet yên ewlekariyê” hatin ragihandin.
Parêzgeha Dêrsimê biryarê di çarçoveya têkoşîna li dijî PKKê binav kir. Deverên ku biryara qedexeyê bo wan hatine danîn, ji navenda Dêrsimê hinek tax û gund hene. Ji navçeyên Ovacık, Pulumur, Hozat û Nazimiye jî hinek tax û gund hene.
Qedexe îro siet di 12 ê nîvê şevê destpêkir û dê heya 15 ê êlûnê dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin