Qeter, alîkariya tenduristiyê disîne Xezayê

13 October 2023 14:00 0 dîtin
Qeter, alîkariya tenduristiyê disîne Xezayê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Heyva Sor a Qeterê 1 milyon dolar ji bo dabînkirina hewcedariyên lezgîn ên tenduristiyê yên nexweşxaneyên li Zîvala Xezeyê ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye, veqetand.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Heyva Sor a Qeterê ve hat dayîn de hat destnîşankirin, “Ji bo ku di nexweşxaneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê de berdewamiya xebata xizmetên lezgîn bên dabînkirin, ev bûdce hatiye veqetandin.”

Hat diyarkirin ku ofîsa Heyva Sor a Qeterê ya li Xezeyê dest bi tetbîqkirina qonaxa destpêkê a destwerdana lezgîn a bi bihayê 200 hezar dolarî kir.