Qeter, alîkariya welatên din digihîne mexdûrên erdhejê
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Dohayê, Qeter bi balafirên xwe ji welatên din alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê tên amadekirin, hildigire û digihîne mexdûrên erdheja li bakur û Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê medyaya civakî ya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Dohayê de hat diyarkirin ku balafira C-17 a Hêza Hewayî ya Qeterê di korîdora hewayî ya Qeter-Tirkiyeyê de firînên alîkariyên mirovî û veguhastina konan li ser Urdunê pêk hanîn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Qeterê jî piştgiriya balafirê da gihandina kel û pelên lezgîn a ji Almanyayê ji bo Tirkiyeyê.
Balyozxaneyê, di daxuyaniya xwe ya berê de jî ragihandibû ku firokeyên Hêza Asîmanî ya Qeterê, ji bo veguhestina konên ku bi hewilên Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Emmanê ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya Urdinê ji bo Tirkiyeyê hatine veqetandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin