Qeter: Helwesta me ya li dijî Esad, neguheriye

08 May 2023 13:30 0 dîtin
Qeter: Helwesta me ya li dijî Esad, neguheriye

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Qeterê QNAyê, ji aliyê rayedarên Qeterê ve hat ragihandin ku piştî biryara vegerandina Suriyeyê ya li Komkara Erebî, helwesta wan a li dijî rejîma Beşar Esad neguheriye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Berdevkê Wezareta Karên Derve Mecîd Bin Mihemed El-Ensarî, di civîna Wezîrên Karên Derve yên Ereban de piştî lihevkirina li ser vegerandina rejîma Suriyeyê ya piştî 12 salan a Komkara Erebî, daxuyanî da.

Li gorî hat diyarkirin, Ensarî di daxuyaniya xwe de eşkere ku bêyî ku behsa helwesta welatê xwe li ser vegerandina rêjîma Suriyeyê ji bo Komkara Erebî bike, got: "Qeterê her tim hewil daye ku piştevaniya lihevhatina Erebî bike û ev yek nabe asteng li pêşiya lihevkirinê.

Helwesta fermî ya dewleta Qeterê di derbarê asayîkirina bi rêjîma Suriyeyê re di serî de biryarek e li ser pêşketina çareseriya siyasî ku hêviyên gelê Suriyê yên biratiyê pêk tîne. Helwesta dewleta Qeterê li ser asayîkirina bi rêjîma Suriyeyê re nehatiye guhertin. Qeter dixwaze bi birayên xwe yên Ereb re bixebite da ku hêviyên Suriyeyê yên biratiyê pêk bîne.”