Qeymeqam di mala xwe de bi demançê hatiye kustin

05 February 2024 23:39 0 dîtin
Qeymeqam di mala xwe de bi demançê hatiye kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Ekinözüyê qeymeqamê navçê di mala xwe de bi demançê li serê xwe xistiye an kesekî bi demançê li serê wî xistiye û di malê de kuştî hatiye dîtin.

Li gor ragihandina çapemeniyê; ajotvanê alava meqam yê qeymeqam Mesut Coşkun, serê sibê dema diçe malê da qeymeqam ji malê bibe baregeha hukumetê. Lê bi telefonê nikare xwe bigihîne qeymeqam.

Li ser wê, ajotvan telefonê dide polîs û tîmên tenduristiyê. Dema tîm dikevin hundirê xaniyê qeymeqam, dibînin ku bi demaçê li serê qeymeqam xistine û bê rih li erdê ye. Tîmên tenduristiyê dibînin ku qeymeqam can daye. Cenazê qeymeqam ji bo otopsiyê dibin Tib a Edlî.

Polîs, ji bo zanibe qeymeqam çawa hatiye kuştin dest bi lêkolînê kir. Qeymeqam nezewiciye û ji xelkê bajarê Kırklareliyê ye.