Qeyûmên Mêrdînê 288 karker ji kar derxistin
PeyamaKurd - Li Mêrdînê piştî ku ji bo hemû şaredariyên HDPyî qeyûm hatin erkdarkirin, 288 karker ji kar hatin derxistin. Serokê Şaxa Genel-Îşê Rahmî Guneş, anî ziman ku li ser karkeran zor û zehmetî hene û gef li wan tên xwarin.
Li gorî nûçeya MAyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 19ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Piştre qeyûm tayînî şaredariyên 5 navçeyên Mêrdînê jî kirin. Piştî qeyûm hatin erkdarkirin, 288 karker ji kar hatine derxistin. Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 236, ji Şaredariya Stewrê 42, ji Şaredariya Qoserê 9 û ji Şaredariya Nisêbînê jî karkerek ji kar hatiye derxistin.
Her wiha tê gotin li Şaredariya Qoserê jî ji bo 50 karkeran biryar hatiye girtin û wê di nêz de ji kar bên derxistin.
Guneş, destnîşan kir ku li ser karkeran zext û zorî hene û îstifkirina ji sendîkayan li wan tê ferzkirin. Guneş, diyar kir ku ji bo vê jî gef li karkeran tê xwarin û got:
"Karkeran dibin sendîkayên cuda. Ji wan re dibêjin 'Şîfreya xwe ya e-dewletê bidin. Hejmara nasnameya xwe bidin. Heger hûn nedin em ê we ji kar derxin'. Karker jî nizanin wê çi bikin. Em bi rewşeke dramtîk re rû bi rû ne. Demildest divê dev ji van pêkanînan bê berdan. Em DÎSK, em ê tim li cem karkeran bin û mafên wan biparêzin".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin