Termê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat derxistin
PeyamaKurd – Karkerê ku di bin kana komirê ya li navçeya Şirnex Silopî de mabû mirî hat dîtin.
Hat ragihandin ku piştî xebatên rizgarkirinê yên 22 saetan, termê karkerê 22 salî Mehmet Alî Aşkin ji bin kana hilweşiyayî ya Silopiyê hatiye derxistin.
Doh 9ê Çileyê danê sibê kana komirê ya li dorûbera Çiyayê Cûdiyê hilweşiyabû û 3 karker di bin de mabûn. Du karker doh bi saxî hatibûn rizgarkirin, lê yek ji wan îro termê wî hat derxistin ku jiyana xwe ji dest dabû.
Termê karkerê kanê Mehmet Alî Aşkinê 22 salî bo morga Nexweşxaneya Silopî ya Dewletê hat veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin