Rêberê Durziyên Sûriyê radestkirina çekan red kir: Hîn pir zû ye!
PeyamaKurd - Rêberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê Şêx Hikmet Hîcrî got ku ew radestkirina çekan bi hemû awayî red dikin û diyar kir, ‘Hîn zû ye behsa radestkirina çekan bikin”.
Serokê Durziyên Sûriyê Şêx Hikmet Hîcrî di hevpeyvîneke televîzyonê de eşkere kir: ‘’Radestkirina çekan bi hemû awayekî em red dikin, heta dema ku welatek pêk bê û destûrek bê nivîsandin û mafên me misoger bibin.’’
Hîcrî got: ‘’Gelek zû ye gotûbêjê em li ser radestkirina çekan bikin, pêwîste welatekî le yê sivîl hebe.’’
Şêx Hîkmet Hîcrî da zanîn: ‘’Em ji vê rewşa heyî bi fikar in ku divê beşdariya hemû aliyan hebe.’’
Rêberê Durziyan got: “Em li gel hemû aliyan pêbendin ku bingeha welatekî bê danîn ku rêz li taybetmendiyên xelkê bê girtin. Em li gel avabûna welatekî bicîhbûyî ne, ne yê demkî û nehatîye veguhestin de ne. Pêwîstiya me bi çavdêriya navnetewî heye ji bo pêkanîna dewletê.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin