Rêveberiya Rojava ji bo Newrozê 14 navend diyar kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji bo pîrozbahiyên Newroza 2024an 14 navend diyar kirine.
Li gorî bernameya pîrozbahiya Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji hêla Înisiyatîfa Gel ve hatiye amadekirin wê agirê Newrozê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê, Minbic, Şehba û Helebê bê pêxistin.
Hate zanîn ku ji bilî rêveberiya xweser, wê partiyên ENKSê jî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bi çalakî û bernameyên cuda Cejna Newrozê pîroz bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin