Rêxistinê êrîsî helîkopterê kir: 4 lesker mirin
PeyamaKurd – Li Kolombiyayê di êrîşa çekdarî ya li helîkopterê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya çapemeniya neteweyî, kesên nasnameya wan nediyar gule li helîkoptera ku li bejahiya bajaroka Caceres a herêma îdarî ya Antîokyayê danî, reşandin.
Di êrîşê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Hejmarek zêde ekîbên teqwiyeyê sewqî herêmê hatin kirin.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin ku leşkerên ji helîkopterê daketine bi zincîrê hatiye gulebarankirin û di vê çalakiyê de leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Clan del Golfo, rêxistina sûc a qaçaxçiya narkotîkê ku ji hêzên paramîlîter ên berê pêk tê, ji êrîşê berpirsyar hat dîtin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî di rêxistina tiryakê Clan del Golfo de 6 hezar û 9 hezar çekdar hene.
Dairo Antonio Usuga David, bi nasnav "Otoniel", serokê berê yê Clan del Golfo, di operasyona bi navê "Osiris" de ku ji hêla 650 polîs û endamên artêşê ve, bi tevlêbûna 22 helîkopteran, di 23ê Cotmeha 2021ê de li bajarokê Necocli hat organîzekirin, li bakurê rojavayê welêt hat girtin.
Otonielê ku ji girtîgeha Dijin a li paytext Bogotayê hatibû girtin, bi balafira bi hejmara "N110CP" ya ji Balafirgeha Leşkerî ya Catamê şandin girtîgeha federal a Brooklyn a New Yorkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin