Raperîn | Projeyeke berhemanîna elektrîkê ya rokê tê cihbicihkirin
PeyamaKurd – Rêveberiya giştî ya elektrîka Raperînê diyar kir, projeyeke elektrîkê ku bi wuze û tîşkên rojê bi berhem tê ji bo avahiya elektrîka Raperînê cihbicih dikin.
Rêveberê elektrîka Raperînê Elî Mihemed diyar kiriye: “Projeya berhemanîna elektrîkê ya bi tîjkên rojê wê li ser avahiya elektrîka Raperîn bê cîhbicîh kirin.”
Herwiha got: “Şiyana berhemanîna projeyê ji bo wuzeya elektrîkê 20 kîlowatt e û ji bo karûbarên avahiya elektrîka Raperînê dê bê bikaranîn û dê têkelî elektrîka giştî bê kirin.”
Navborî got: “Naha projeyê destpê kiriye û biryare di demeke lez û diyar de bê temam kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin