RAPIRSÎN | Ji %41.3yê besdaran dibêjin bila Kiliçdaroglu bibe berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê

12 November 2022 17:04 0 dîtin
RAPIRSÎN | Ji %41.3yê besdaran dibêjin bila Kiliçdaroglu bibe berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê

PeyamaKurd – Kompanya Lêkolînan a Aredayê li ser berbijêrê opozîsyona Tirkiyê rapirsînek kir û di encama rapirsînê de di rêza yekem de %41.3yê beşdaran dibêjin bila Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bibe berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê. Ji sedî 9 jî dibêjin bila Hevserokê Berê yê HDPê Selahhattîn Demîrtaş bibe berbijêrê Hevpeymaniya Millet.

Weke tê zanîn, di şert û mercên asayî de hilbijartinên giştî wê di Hezîrana 2023yan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin û di wê hilbijartinê de serokkomar jî tê hilbijartin.

Li gor tê zanîn, berbijêrê desthilatê Serokkomarê niha yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e, lê opozîsyonê heta niha berbijêrê xwe yekalî nekiriye.

Kompanyaya Lêkolînan a Aredayê derbarê berbijêrê opozîsyona Tirkiyê di hilbijartinên pêş ên Serokkomariyê de rapirsînek kir û di rapirsînê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn: “Divê di hilbijartinên 2023yan de berbijêrê Tifaqa Millet kî be?”

Di encama rapirsînê de di rêza yekem de %41.3ê beşdarvanan gotine divê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berbijêrê serokkomariyê be.

Herwiha li beramber %19.1ê beşdarvanan dibêjin bila Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş ku ser bi CHPê ye bibe berbijêrê Serokkomariyê û ji sedî 9ê beşdarvanan jî dibêjin bila di hilbijartinên bê de Demîrtaş bibe berbijêrê posta serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet tevî ku partiya wî ne di nav wê hevpeymaniyê de ye.

Di berdewamiyê de ji sedî 6.9ê beşdarvanan dibêjin bila Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce ku di hilbijartinên 2018ê de berbijêrê CHPê yê Serokkomariyê bû careke din bibe berbijêr ku wê demê li beramber Erdogan têk çûbû.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî ku ji kesên diyar ên opozîsyonê û bi taybet Tifaqa Millet e ji sedî 3.6ê beşdarvanan ligel wê yekê ne ku ew bibe berbijêra Serokkomariyê.

Ji sedî 3.3 dibêjin bila Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ser bi CHPê Ekrem Îmamoglu bibe berbijêrê postê Serokkoamriyê.

Herwiha di nav bijardeyên rapirsiyê de Abdullah Gul jî hebû ku di sala 2007ê de ji AK Partiyê bûbû serokkomar û heta 2014ê li ser wî erkî mabû. %1.7ê beşdarvanan dibêjin bila Abdullah Gul bibe berbijêrê postê serokkomariyê yê Tifaqa Millet.