Rapirsîna dawî: Kiliçdaroglu li pêsiya Erdogan e!

06 December 2022 14:59 0 dîtin
Rapirsîna dawî: Kiliçdaroglu li pêsiya Erdogan e!

PeyamaKurd Arti Bir Araştirma, encamên anketa ku di 21-30 Mijdarê de amade kiribû parve kir. Li gorî anketê Kiliçdaroglu ji Erdogan zêdetir deng distîne.

Kêmtirî heft mehên beriya hilbijartinên ku ji aliyê AKP û MHPê ve gelek caran tê gotin ku wê di Hezîrana 2023an de bên kirin, niha çav li anketên şîrketên lêkolînên raya giştî ne.

Arti Bir Araştirma encamên anketa ku di navbera 21-30 Mijdarê de li 26 bajaran bi hezar û 500 kesî re hevpeyvîn çêkiribû parve kir. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan zêdetir deng distîne.

Ji sedî 52,5ê civakê difikire ku divê Erdogan nebe namzet.

Li gorî lêkolînê Kiliçdaroglu ji sedî 43,8, Erdogan jî di rêjeya ji sedî 38,2 de ye. Dengên bêbiryar ji sedî 18 ne.

Vê Yekşemê hilbijartin çêbibin:

AKP, ji sedî 30,4

CHP ji sedî 27,9

ÎYÎ Partî ji sedî 14,7,

HDP ji sedî 11,8

MHP ji sedî 5,4 dengan distîne.

Rewşa aborî wê sala bê xerabtir bibe

Ji sedî 79,7 ê beşdaran dibêjin pirsgirêka herî mezin aborî ye, ji sedî 10,6 jî perwerdehî nîşan dan. Ji sedî 6,9 jî bal kişand ser penaberan.

Ji sedî 72,6 difikirin ku di sala pêş de wê rewşa aborî ya xwe û malbata xwe xerab bibe.

Ji sedî 58,6 ê beşdaran diyar kirin 'Tifaqa Netewî' dikare pirsgirêkên wan ên aborî çareser bike. Rêjeya kesên ku dibêjin "nikare çareser bike" ji sedî 36,2 ye.

Ji sedî 69,7 ê beşdaran pergala parlementeriyê ya bihêztir dixwazin, ji sedî 12,4 ji pergala heyî razî ne.