Rapirsîna dawîn | Her çar serkirde li hember Erdogan bi ser dikevin

17 August 2021 13:56 0 dîtin
Rapirsîna dawîn | Her çar serkirde li hember Erdogan bi ser dikevin

PeyamaKurd – Lêkolîn Avrasya, li ser hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê rapirsiyek çêkir û li gor rapirsiyê, di hilbijartina serokomariyê de Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş li hember Erdogan bi ser dikevin.

Li gor rapirsiyê, serokkomar di gera yekem de neyê hilbijartin û bimîne gera duyem, di rikeberiya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Erdogan de Îmamoglu %58,9, Erdogan %41,1 dengan werdigre. Encamên rapirsiyên nîşan didin, ku Îmamoglu %18 ji Erdogan zêdetir dengan werdigre.

Di hevrikiya Serokê Şaredariya Enqerê Mansûr Yavaş û Erdogan de, Yavaş %57,4, Erdogan %42,6ê dengan werdigre. Bi van encaman re, Yavaş %15 ji Erdogan zêdetir dengan werdigre.

Li gor rapirsiyê, di rikeberiya navbera Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu û Erdogan de, Kilicdaroglu %53,9 û Erdogan %46,1ê dengan werdigre ku  dengên Kilicdaroglu %7 ji yê Erdogan zêdetirin.

Di hevrikiya Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener û Erdogan de, Akşener %53,2 û Erdogan %46,8ê dengan werdigre.

Di rapirsiyê de dengên Tifaqa Millet ku ji opozisyonê pêk tê, %44,2, dengên Tifaqa Cumhur ku ji desthilatê pêk tê %37,9 e. Dengên partiyên ku di nav tifaqan de cih nagrin ku yek jê HDP ye bi giştî %17,9 e.

Herwiha ji %81ê kesên beşdar di rapirsiyê de dijayetiya xwe li hember koçberan anîne ziman.

Tenê ji %12an gotine ev tiştekî mirovî ye û pêwîst e hikûmet deriyan ji koçberan re veke. Ji %85an jî gotiye Tirkiye dikare ji bo vegerandina penaberan ligel Serokê Sûriyê Beşar Esad hevdîtinan bike.