Rapirsîna dawî: Hilbijartin wê bimîne tûra duyemîn

06 April 2023 12:10 0 dîtin
Rapirsîna dawî: Hilbijartin wê bimîne tûra duyemîn

PeyamaKurd – Li gor rapirsîna dawî di tûra yekem a hilbijartina serokomariyê de namzedekî ku ji sedî 50 derbas bike tune bû, lê ferqa Kiliçdaroglu û Erdogan derket 4,8 puanan.

Operasyonên Lêkolînan rapirsîna ku ji bo meha Adarê beriya hilbijartinên Serokomariyê û parlementeriyê yên ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin temam kir.

Li gorî encamên rapirsîna Bariş Terkoglu ji rojnameya Cumhuriyetê parve kir, ferqa Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyîp Erdogan 4,8 puan e.

Di rapirsînê de ji beşdaran hat pirsîn, “Tirkiye çawa tê rêvebirin?” Bersiv ev bûn:

Ji sedî 33,6: Em baş tên birêvebirin

Ji sedî 56,6: Em nebaş tên birêvebirin

Ji sedî 9: Bêbiryar

"Hûn ê dengê xwe bidin Erdogan?" Li ser pirsê ev bersiv hatin dayîn:

Ji sedî 54,7: Qet

Ji sedî 37,9: Bêguman

Dengên ku namzedên serokomariyê piştî ku hilbijêrên bêbiryar li gorî rêjeyî hatin belavkirin ev in:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 46,4

Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 41,6

Muharrem Înce: Ji sedî 9,1

Sînan Ogan: Ji sedî 2,9

TÛRA DUYEMÎN

Ji bo ku hilbijartin derbasî tûra duyemîn bibe, piştî ku dengên bêbiryar hatin belavkirin, deng bi vî rengî hat parvekirin:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 55,1

Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 41,9

Ji bo pirsa "Gelo Muharrem Înce dikare bimîne tûra duyemîn" ji sedî 75,7 bersiva “nikare” û ji sedî 18,4 jî bersiva “dikare bimîne” da.

Ji kesên ku gotibûn ew ê di tûra yekem de dengê xwe bidin Înce, ji sedî 60,7ê di tûra duyemîn de wê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu, wê ji sedî 17,4ê jî piştgirîya Erdogan bikin û yên mayî jî gotin ew bêbiryar in û naçin ser sindoqan.

RÊJEYA DENGÊN PARTIYAN

Piştî ku dengên nediyar hatin belavkirin, rêjeya dengên partiyan wiha bû:

AK Partî: Ji sedî 35

CHP: Ji sedî 27,6

IYI Partî: Ji sedî 9,5

HDP: Ji sedî 9,3

MHP: Ji sedî 6,3

Partiya Millet: Ji sedî 4,5

TÎP: Ji sedî 3,3

Partiya Refahê: Ji sedî 1,1

Partiya Gelecekê: Ji sedî 1

Partiya DEVAyê: Ji sedî 0,9