Rapirsiya dawî ya Stenbolê hate eskere kirin: Kîjan namzed li pês e?

28 March 2024 18:37 0 dîtin
Rapirsiya dawî ya Stenbolê hate eskere kirin: Kîjan namzed li pês e?

 PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê, rapirsiya dawî ya bajarê Stenbolê ku çavê hemû aliyan li ser e hate eşkere kirin.

Kompaniya lêkolîn û rapirsiyan PANORAMATR encamên rapirsiya hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Stenbolê di navbera rojên 21-23yê Adara 2024an de hatiye kirin, parve kir.

Li gorî rapirsiyê namzedê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li pêşiya namzedê AK Partiyê Murat Kurum dixuyê.

Encamên rapirsiyê li gorî partiyan wiha ne:

CHP (Ekrem Îmamoglu): % 44,7

AK Partî (Murat Kurum): % 37.5

Partiya Zafer: %4,5

DEM Partî: % 4,3

Yeniden Refah: % 3,7

ÎYÎ Partî: % 1,7

Yên din: % 3,6