Rapirsiya dawî ya ‘razîbûn û nerazîbûna’ ji Erdogan eskere bû...

21 January 2022 21:38 0 dîtin
Rapirsiya dawî ya ‘razîbûn û nerazîbûna’ ji Erdogan eskere bû...

PeyamaKurd - Kompanya MetroPOLL a rapirsî û lêkolînên civakî li Tirkiyê rapirsiya xwe ya dawî ku her meh çêdike eşkere kir.

Li gorî rapirsiya MetroPOLLê ji sedî 54,4ê dengderan ji Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan nerazî ne.

MetroPOLLê rrapirsiya xwe ya dawî ya bi navê, “Nebza Tirkiyê ya Çileya 2022an: Erêkirina erka Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan” li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kir.

Di rapirsiyê de pirsa, “Tu ji bicihanîna erkên Serokomarê Tirkiyê Erdogan razî yî? hatiye pirsîn.

Ji %40.7ê dengderan gotine belê û %54.4ê wan jî wek nexêr bersiv dane û %4.9ê beşdaran jî gotine “nerîna min nîne/bersiv nîne.”

Di nav dengderên AKPê de %93.5ê dengderan ji awayê karkirina Erdogan razî ne, lê di nav dengderên MHPê de ku di Tifaqa Cumhur de hevpeymana AKPê ye ji sedî 26.7ê dengderan gotine ew ji Erdogan nerazî ne.