Raporta duyem a pêngavên reforman ji Parlamena Kurdistanê re hat sandin

26 April 2021 16:37 0 dîtin
Raporta duyem a pêngavên reforman ji Parlamena Kurdistanê re hat sandin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta duyem a pêngavên bicihanîna Yasaya Çaksaziyê şand Parlamentoya Kurdistanê.

Endamê Komîteya Destpakiyê Weysî Seîd ji K24ê re ragihandiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 26ê Nîsanê raporta duyem a pêngavên cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê şandiye Parlamentoya Kurdistanê.

Cîgirê Seroka Parlamentoyê Hêmin Hewramî beriya niha dabû xuyakirin ku raporta duyem ji raporta yekem cuda ye û tê de zêdetir data û zanyarî derbarê cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê de hene.

Tê çaverêkirin piştî raport bigihîje ber destê Desteya Serokatiya Parlamentoyê, wê ji Komîteya Destpakiyê û tevahiya endamên Parlamentoyê re were şandin.

Herwiha Komîteya Darayî jî raportekê li ser wê amade dike û Hikûmeta Kurdistanê û Parlamento dê wê raportê gengeşe bikin.