Hikûmeta Kurdistanê rapora duyem a reforman ligel parlamentoyê gotûbêj dike
PeyamaKurd - Serokê lijneya darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Ziyad Cebar ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê ji bo guftûgokirina rapora duyem a yasaya çaksaziyê wê bicivin.
Serokê lijneya darayî li Parlamentoya Kurdistanê Ziyad Cebar di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, “Îro lijneya darayî ya Parlamentoyê ji bo guftûgokirina li ser raporta duyem a yasaya çaksaziyê dê bicive.”
Cebar got: “Raporta duyem cuda ye ji raporta yekem, raporta duyem hûrgilî li ser pêngavên bicihanîna yasaya çaksaziyê û raporta hûrgiliyên hemû wezaretan tê de ye.”
Serokê lijneya darayî li Parlamentoya Kurdistanê da zanîn ku lijneya wan gihîştiye wê baweriyê ku lijneya darayî ya parlamentoyê bi beşdariya wezîrê navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Şehîd û Enfalbûyan Osman Hacî Mehmûd û sekretere lijneya bilind a çaksaziyê Ebdulhekîm Xesrew re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin