Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi biryar e proseya reforman bidomîne
PeyamaKurd – Bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 8ê Sibatê scivîna Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê hat lidarxistin.
Di civînê de, guftûgo derbarê pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê yên mûçe, dermale, bexişîn, îmtîyazat û xaneşînê di wezareta sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hetin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, armanca wan ji çaksaziyê, bicihanîna dadperwerî û parastina mafên xelkê ye û got, “Çaksazî proseyeke berdewam e û tevahiya sektoran li xwe digire û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi biryar e çaksaziya îdarî û darayî berdewam bike û rê li ber gendelî û firêdana samanên giştî bike.”
Di civînê de Sekreterê Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê Ebdulhekîm Xesro pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê pêşkêş kirin.
Piştre wezîrên pêwendîdar li gor taybetmendiya xwe, raporên xwe yên li ser pêşveçûnên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê bi hejmar û zanyariyên pêwîst pêşkêş kirin ku taybet bûn bi babetên pêwendîdar ên mûçe, îmtîyazat, xanenişîn, rêkxistina hêzên Pêşmerge û nehiştina rûtin di sazî û dezgehên Hikûmetê de.
Piştî guftûgokirinê, biryar hat dayîn hejmarek rasperde li ber kombûna Encûmena Wezîran bên danîn, bi armanca temamkirina pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin