Hikûmeta Kurdistanê rapora sêyem a reformên hatine kirin ji parlamentoyê re sand

16 June 2022 15:31 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê rapora sêyem a reformên hatine kirin ji parlamentoyê re sand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, rapora ya sêyem a lêkolînan û bicihanîna yasaya çaksaziyê ji parlamentoyê re hat şandin.

Di rapora sêyem a lêkolînan û bicihanîna yasaya çaksaziyê de beşên; - Rêkxistina maf û îmtiyazatên mîrasên malbatên şehîd û enfalkiriyan û girtiyên siyasî, - Nehîştina sûdên ji budçeya giştî zêdetir ji carekê, - Warê Pêşmerge, hêzên asayiş û polîs û hêzên navxweyî, - Warê xaneşînê, - Sîstema Bankî û - Sîstema bayometrî cih digirin.

Yasaya Çaksaziyê di heyama hikûmeta nehem a bi seroktiya Mesrûr Barzanî de hatibû derxistin û ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû pesendkirin.

Yasaya çaksaziyê ji meha Sibata 2020an ve ketiye warê cîbicîkirinê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî gotibû, çaksazî proseyeke berdewam e û hemû kartan li xwe digire.