Hikûmeta Kurdistanê rapora berfireh a reformên 3 mehan ji parlemenê re sand
PeyamaKurd - Encûmena Wezîrên a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rapora 3 mehan a yasaya çaksaziyê ji Parlamentoya Kurdistanê re şand ku îro 19ê Cotmehê piştî bidawîbûna rêkarên yasayî radestî parlamenteran tê kirin.
Sekreterê Komîteya Bilind ya Çaksazîyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhaçîm Xesro ragihand:
"Dema Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê raportek pêşkêş kir, diyar kir ku 'dê raporteke berfireh ji bo parlamentoyê bişîne.' Raporta reforman raporteke berfireh e. Hemû mijarên çaksaziyê tê de hene: Wekî çaksaziya mûçe, xanenişînî û hemû îmtiyazên din ên di bûdçeya giştî ya Herêma Kurdistanê tê de ne."
Xesro ji K24ê re gotiye,"Ev raport bi hûrgûlî behsa birge û maddeyan dike. Li ser her birge û madeeyê heta niha Hikûmetê çi kiriye, çi encam dane dinivîse. Em dizanîn ji 1'ê Tîrmeha 2020'an be yasaya çaksaziyê tê cîbecîkirin. Beşek ji birge û maddeyan bi temamî hatiye cîbecîkirin. Bi taybetî di warê teqawîtbûnê de! Ji derveyî yasayê hîç gavek nehat avêtin. Deynên bazirganî ber bi dûmahiyê ve tê. Pêdeçûna menefê fermanberan, dubare hejmarkirina xizmetê. Ev pêvajoyekî gelek baş bû. Pêdeçûna 207 hezar faylên (dosye) fermanberan hatiye kirin."
Serokê Hîkûmeta Herêma Kurdistanê ya nehem Mesrûr Barzanî dema dest bi kar kiribû soza reformên berfireh di hemû waran de dabû û ji Parlamentoya Kurdistanê yasaya çaksaziyan hatibû derbaskirin. Piştre jî li ser proje û reformên hatine kirin li Parlamentoya Kurdistanê gotarek pêşkeş kiribû û bersiva pirsan dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin